
E’rza endamtîya li T’eþkîleta Þanhaêye hevk’arîyêye t’am h’esavdive, wekî Ermenîstanê fe’mdike- isa jî qöt’bê ne r’oavayê hene- û dicêr’bîne t’ev wan jî eleqeta k’ûrke. Derheqa vê yekêda Bênîamîn Pog’osyanê þiroçîyê merk’eza “APRÎ Armênîa”-êye þirovekirinêyî mestir got- bi þirovekirina hîvîdarîyê e’rza Ermenîstanêye endamtîkirina li T’eþkîleta Þanhaêye hevk’arîyê û ij serecivata pêþbere îht’îmal. Wezareta CE-ye K’D 3-ê meha tîrmehê e’lamkir, wekî Ermenîstan dixweze r’ewþa welatê nihêr’vanî li T’eþkîleta Þanhaêye hevk’arîyê bi r’ewþa welatê endam bedelke. Em serda zêdekin, wekî T’eþkîleta Þanhaêye hevk’arîyê t’eþkîleta ort’emiletîyêye, k’îjan sala 2001-ê hatîye h’îmdanînê. Ew Hindistanê, Îranê, Qazaxistanê, Çînstanê, Qirqizistanê, Ûr’isêtê, Tacîkstanê, Pakîstanê û Ûzbêktsanê werdigre. Bêlar’ûs 4-ê meha sala 2024-aye tîrmehê- serecivata Astanayêda, t’eþkîletêva r’esmî cembûye. Efg’anistan û Mong’olîa welatê nihêr’vanin, lê welatê T’eþkîleta Þanhaêye hevk’arîyêye hevalk’arê cotxeverdanê- Ermenîstan, Adrbêcan, Beh’rêyn, Misir, Kamboca, Katar, K’ûweyt’, Maldîv, Myanma, Nêpal, Mîrtîyê E’rebaye Yekbûyî, E’rebistana Saûdîyê, T’irkîa û Þrî Lankane.







