
Tetbîqata leşkerî ya hevbeş a Ermenistan-Amerîkî “Eagle Partner-2025” bi serkeftî bi dawî bû. Peyam li ser rûpela Facebookê ya Balyozxaneya Amerîkayê hate weşandin.
“Ji 12 heta 20ê Tebaxê, tetbîqatek leşkerî ya hevbeş bi beşdariya Lîwaya Aştîparêziyê ya Hêzên Çekdar ên Ermenistanê, hêzên bejayî yên Amerîkayê li Ewropa û Afrîkayê, û Garda Neteweyî ya Kansasê hate lidarxistin, ku bingeha wê amadekariya mîsyonên aştiyê yên navneteweyî bû, bi tekezî li ser prosedurên tahliyekirina bijîşkî.
Di dawiya tetbîqatê de, personelên leşkerî yên Amerîkayê ligel alavên xwe ji Ermenistanê veqetiyan,” di peyamê de tê gotin.







