
Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê, piştî civîna li Waşîngtonê, axaftinên telefonê yên Ararat Mîrzoyan bi hevkarên xwe yên ji welatên cuda re kurt kirîe
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê Anî Badalyan, kurteberiya axaftinên telefonê yên di navbera Wezîrê Karên Derve Ararat Mîrzoyan û hevkarên wî yên ji welatên cuda de piştî hevdîtinên li Waşîngtonê kirîe.Li gorî “Armenpress”, Badalyan li ser mîkrobloga xwe ya X nivîsandiye:
“Piştî civîna bilind a Waşîngtonê, Wezîrê Karên Derve Ararat Mîrzoyan bi hevtayên xwe yên Îran, Gûrcistanê, Fransa, Rûsya, Kazakistan, her wiha bi Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê, Nûnerê Bilind ê Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê yê YEyê re hevdîtin kir, û li ser peymanên ku di danezana sêalî ya ku ji hêla Serokwezîrê Ermenistanê, Serokkomarên Azerbaycan û Amerîkayê ve hatî îmzekirin de cih digirin, axivîe.
”Wezîrê Derve spasiya xwe ji bo pêşwazîkirina bûyera dîrokî, tevî îmzekirina Peymana Aştiyê, û ji bo piştgiriya pêvajoyê anî ziman.Berdevk bi bîr xist ku di navbera Wezîrên Derve yên Ermenistan û Azerbaycanê de jî axaftinek telefonê pêk hat, ku di dema wê de tedbîrên ji bo pêkanîna daxuyaniyê û avakirina baweriyê hatin nîqaşkirinê.







