EconomicsTop

Bêh’esarkirina neh’îyê wê qölixî k’ara t’emamîya welateke: pirsqisa P’aþînyan- Fok’s nyûzêr’a       

N. P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê paþda veger’yaye ser me’na fermana Waþîngt’onêda navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda bi ort’eçîtîya WAY qolbûyî- bi binxetkirina ferztîya wê dereca ne tkö t’enê döalî, lê isa jî neh’îyê û ort’emiletîyêda.                                      “Ez difikirim, wekî ferman k’ara ÿp’êce hevsûkirinê seva çawa Îranê, isa jî Ûr’isêtê werdigre. Çimkî, çaxê ew her’ne sêrî, mesele, mecala Îranê wê heve ij  xelîca Farisa bi xeta h’esinî bigihîje h’eylo be’ra R’eþ, lê mecala Ûr’isêtê û Îranê wê heve navbera wanda p’evgirêdana  r’iya h’esinî heve”,- serekwezîr e’lamkirîye.                   Ewî daye k’ivþê, wekî mîaserkirina hevr’aqayîlne’mê destanîna seva  ne tkö t’enê welatê t’evbûyî ewleke: “H’erke em ser alîyê vê hevr’aqayîlîyêye malhebûnîyê merk’ezvin, k’ara ne kö t’enê Ermenîstanê, Adrbêcanê, Wîlayet’ê Yekbûyî, lê isa jî- T’irkîayê, Ûr’isêtê û Îranêye ze’f ferz wê heve”.                                                        Serekwezîr göhdarî vexwendîye ser wê t’efsîlatê, wekî p’evgirêdana xeta h’esinîye heman seva neh’îyê wê ya nebînayîve. “R’astîyê p’evgirêdana heman wê ya nebînayîve, çimkî ij Qafqasîya Ce’nûbê vê gavê p’evgirêdana r’iya h’esinî t’ine, k’îjanê Îranê û  Ûr’isêtê cemke”,- serekwezîrê CE gotîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button