All NewsTop

Mîrzoyan û Bayramov amadebûna xwe ji bo berdewamiya diyaloga rasterast ji nû ve piştrast kirin

Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan bi Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Jêyhûn  Bayramov re bi rêya telefonê axivî. Li gorî Armenpressê, Wezareta Derve ya Ermenistanê ev yek ragihand.

Wezîran li ser pêkanîna Danezana Hevbeş a ku di encama civîna bilind a li Waşîngtonê de hatiye îmzekirin, û her weha tedbîrên avakirina baweriyê nîqaş kirin.

Ararat Mîrzoyan û Jêyhûn Bayramov li ser pirsên herêmî nêrînên xwe parve kirin û amadebûna xwe ji bo berdewamiya diyaloga rasterast ji nû ve piştrast kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button