
Qölixdarîya R’oyt’êrz-ê hûrgilî ij r’ojeva r’asthatina navbera N. P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê, D. T’ramp’ê sedrê WAY û Î. E’lîêvê sedrê Adrbêcanêdaye 8-ê meha t’ebaxê Waþîngt’onêda bûyînê e’lamkirîye. Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- qölixdarîya R’oyt’êrz-ê, bi þe’degazîkirina ç’e’vkanîyê xebîr, nivîsîye, wekî Waþîngt’onêda 8-ê meha t’ebaxê wexta r’asthatina navbera serk’arê Ermenîstanê û Adrbêcanêda bûyînê t’emesûka govekîye dora e’dlayê wê qolve, bi k’îjanê WAY exterîyê degmeye pêþdabirina sivdera de’wmeþandinêye navr’aderbazbûnêye bi Qafqasîya Ce’nûbê wê bistîne. Pêr’a jî, k’ivþdive, wekî ew r’ê govekê qanûndarîya Ermenîstanêda wê bê serwêrîbûnê. Qölixçîya, navê k’îjana k’ivþnave, e’lamî qölixdarîyê kirine, wekî bi t’emesûkê Ermenîstan têr’a divîne exterîyê we’dedirêje pêþdabirina mexsûse nisbetî sivdera navr’aderbazbûnê bide Wîlayet’ê Yekbûyî, k’îjanê bê navkirinê “R’iya T’ramp’ bona e’dlaya ort’emileitîyê û gölvedanê”. R’ê, qewlî qölixçîyava, angorî qanûndarîya Ermenîstanê wê bê xevitandinê, lê Wîlayet’ê Yekbûyî e’rd bi bink’irêkirinê wê t’esmîlî konsorsîûmîkekêke- seva binxeleqa û serwêrîkirinê. Qölixçîkî daye k’ivþê, wekî bi mecalê t’öcarîyê ev gavê neh’îyê veke û e’melê e’skerîyêye paþwextîyê wê bit’er’ibîne.







