
Ç’e’vnihêr’îne, wekî Adrbêcan û Ermenîstanê r’oja înîyp Waþîngt’onêda bîrne’ma hevdöserwextbûnê wê qolkin û wê borcdarvin qesta e’dlayê bikin, derheqa vê yekêda ç’e’vkanîyê h’alê neh’îyêr’a nas nav qisa t’ev Mîddlê îst’ ÿyê e’lamkirine. Donald T’ramp’ê sedrê WAY Mala sipîda Îlham E’lîêvê sedrê Adrbêcanê û Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê wê qebûlke- seva t’evbûna li r’izma qolkirinê, ç’e’vkanî e’lamdikin. Ç’e’vkanîya serda zêdekirîye, wekî r’êberê, k’ivþî he ye, “ne’ma merema” qolkin, lê ne kö t’ivdîra hevr’aqayîlne’ma e’dlayê, k’îjanê oxira sîasîyê bide T’ramp’, wekî ew dixweze neh’îyêda bistîne- ij meha derbazbûyî virdatir. Wa gotî sivdera Zangêzûrê dimîne astengeke h’îmlî, k’îjanê bi Ermenîstanê p’ara Adrbêcanêye r’eþayê ÿk’sklava wêye Naxîcêvanêva girêde. Ermenîstan têrmîna “Sivdera Zangêzûrê” înk’ardike- bi wek’ilandina, wekî nîþanê wêye îr’êdêndîstîyêye nisbetî wê hene- nisbetî t’opraxa wêye Syûnîk’êye serbest. Meha derbazbûyî T’omas Barak’ê sefîreyê WAY r’esmî pêþdanîn kiribû, wekî hevaltîya Amêrîkayê bi 100 sala sivderê k’irêke û serk’arîyê lê bikêe. Lê Ermenîstanê pêþdanîn nanakirîye- bi gotina, wekî t’opraxa xweye serbest k’irê wê nede welatê sisya.







