
Hambarzûm Mat’êvosyanê wezîrê dor-bera Fransûaz Jakobê ösûlvanê T’MY-yî miqîmîyî Ermenîstanêda û Dênnîs Bêsêdîçê serk’arê nivîsarxana ösûlvanê miqîmî qebûlkirîye. Çawa ij WDB e’lamdikin, Aram Mêymaryanê dewsgirtîyê wezîr t’ev r’asthatinê bûye. Merk’eza r’asthatinêye h’îmlî pirsê KOP17-ye t’eþkîldarîyêbûn- ê h’emcivata alîyê konvênsîaêye derheqa Bîop’ir’cûr’etîyêye sala 2026-a Ermenîstanêda bûyînêda. Alî p’evk’etine hevk’arîyê aktîvkin- derecê çawa t’eþkîldarîyê, isa jî serecemêda, wekî bê ewlekirinê, wekî KOP17 seva pêkanîna sîasîyê h’emdinîaêye t’ebyetxweykirinê û p’evgöhastina cêr’ibandinê bive bêlana k’ardar. Wezîr bawerî e’lamkirîye, wekî xevata t’evayî wê k’omekê bide ser dereca bilind t’eþkîlkirina h’emcivatê û t’esîra wêye we’dedirêj ser r’ojeva global t’ebyetxweykirinê wê heve.







