
“Ez kêfxweş im ku Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan li Parîsê pêşwazî dikim. Min piştgiriya Fransayê ji bo hewldanên wî yên wêrek ji bo avakirina aştiyê bi Azerbaycanê re ji nû ve piştrast kir.” Serokkomarê Fransayê Êmmanûl Makron li ser rûpela xwe ya X nivîsand.
“Îmzekirina peymana aştiyê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de di zûtirîn dem de dikare rûpelek nû ji bo hemû gelan, welatên herêmê û derveyî wê veke.
Ev hevdîtin her wiha derfetek peyda kir ku têkiliyên me yên dualî werin nirxandin, bi armanca berdewamkirina kûrkirina hevkariyê di hemû waran de û di demek nêzîk de xurtkirina hevkariya me ya stratejîk a dualî.”







