
Serokwezîr Nîkol Paşînyan di 14ê Tîrmehê de bi serdaneke xebatê çû Brukselê. Hikûmeta Ermenistanê ev yek ragihand.
Ji bo îro civînek sêalî bi Serokê Konseya Ewropayê Antonîo Koşta û Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von dêr Lêyn re hatiye plankirin.
Nîkol Paşînyan dê bi Komîsera Berfirehkirina YEyê Marta Kos û Serokwezîrê Belçîkayê Bart Dê Wever re jî bicive.







