
Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan li Ebû Dabî bi Wezîrê Derve yê Îmaratê Abdullah bin Zayed re li ser pêşxistina hevkariya aborî û derfetên veberhênanê nîqaş kir. Li gorî Armenpressê, Mîrzoyan li ser vê yekê di mîkrobloga xwe ya li ser tora civakî ya “X” de nivîsandiye.
“Dema ku ez bi Serokwezîr Nîkol Paşînyan re diçûm Ebû Dabî, min bi hevkarê xwe Abdullah bin Zayed re li ser çend mijarên sereke sohbetek baş kir. Bi taybetî, me li ser rêbazên baştirkirina hevkariya aborî û veberhênanan nîqaş kir.
Aştî û girêdana herêmî dikare hawîrdorek guncawtir biafirîne,” Mîrzoyan nivîsandîe.







