
Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi boneya cejna neteweyî, Roja Serxwebûnê, peyamek pîrozbahiyê ji Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Tramp re şandîe. Peyamê da wiha tê gotinê:
“Birêz Serok,
Bi navê Hikûmet û gelê Komara Ermenistanê, û her weha bi navê xwe, ez bi germî we û gelê dostê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi boneya cejna me ya neteweyî, Roja Serxwebûnê, pîroz dikim.
Ermenistan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi dostaniya dîrokî ya gelên me, dilsoziya wan a ji bo prensîbên demokratîk û nirxên Xiristiyanî, û pabendbûna wan a bêdawî ya ji bo azadî, rûmet û edaletê ve girêdayî ne.
Ermenistan girîngiyeke mezin dide kûrkirina hevkariya stratejîk bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re û berfirehkirina hevkariyê di hemû warên berjewendiya hevbeş de, di nav de bazirganî, teknolojiyên bilind, enerjî, maden, veguhastin û binesaziyê. Ez piştrast im ku bi hewldanên hevbeş em ê têkiliyên xwe bigihînin astek hîn bilindtir ji bo berjewendiya gelên Ermenistan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
Ez vîzyona we ya bidawîanîna pevçûnan û avakirina aştiyê li cîhanê pir teqdîr dikim. Ez piştrast im ku di bin serokatiya we de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê beşdariyeke bingehîn bike ji bo avakirina aştî û aramiya ku demek dirêj li bendê bû û misogerkirina serfiraziyê li Başûrê Qefqasyayê. Ez pabendbûna bêdawî ya Hikûmeta Komara Ermenistanê ji bo rojeva aştiyê, li ser bingeha prensîbên serweriyê, yekparçeyiya axê, neşikandina sînorên ku di asta navneteweyî de hatine naskirin, û her weha vekirina binesaziya herêmî li gorî prensîbên projeya “Xaçerêya Aştiyê” ji nû ve piştrast dikim.
“Careke din, bi minasebeta Roja Serxwebûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pîrozbahiyê li we dikim, ez ji bo we tenduristiyeke baş, serkeftin û destkeftiyên nû û ji bo gelê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî aştî, geşedan û pêşveçûna berdewam dixwazim.”







