
Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenistanê, Alên Sîmonyan, ragihand ku gere rawestandina weşana kanalên televîzyonê yên Rûsî li axa Ermenistanê bi ciddî were nîqaş kirin.
Li gorî “Armenpress”, Serokê Parlamentoyê ev yek di civînekê de bi rojnamevanan re got, behsa nirxandinên hin weşanger, kesayetên giştî û siyasî yên Rûsî yên li ser bûyerên li Ermenistanê diqewimin kir.
Serokê Parlamentoyê got, “Gerem bi ciddî li ser pirsên rawestandina weşana kanalên televîzyonê yên Rûsî li axa Komara Ermenistanê nîqaş bikin.”
Wî nerîna xwe anî ziman ku hin bernameyên Rûsî zirarê didin têkiliyên Ermenistan-Rûsyayê.
Serokê Parlamentoyê tekez kir ku bername û helwestên weha ne tenê di nav wî de, lê di nav welatiyên Ermenistanê de jî dibin sedema hestên neyînî.







