All NewsTop

Serdan tiştekî nû û bingehîn bi xwe re nayne. Ruben Safrastyan li ser serdana Paşînyan bo Tirkiyeyê

Ez nafikirim ku hevdîtina Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokwezîrê Ermenistanê li Stenbolê bi şerê Îran-Îsraîlê re têkiliyek hebe, îhtîmal e ku biryar berê hatibe dayîn. Tirknas Rûbên Safrastyan di hevpeyvînekê de bi rojnamevanan re behsa vê yekê kir.

“Em dizanin ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenistanê hefteyek berê ji bo amadekariya serdanê çû wir.

Ez nikarim bêjim ka pêvajoya normalîzekirina têkiliyên Ermenistan-Tirkiyê dê çawa bidome. Bandora min a giştî ew e ku serdan dê tiştekî nû bi xwe re neyne, û Tirkiye dê helwesta xwe biparêze, û helwesta Tirkiyeyê ew e ku Erdogan bi xwe gelek caran diyar kiriye ku heta ku peymanek an rêkeftinek bi Azerbaycanê re neyê îmzekirin, Tirkiye dê di warê normalîzekirina têkiliyên bi Ermenistanê re tu gavan neavêje. Ez difikirim ku ev dê were parastin û serdan dê di wê warî de ti encamek nede,” wî got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button