
Nîkol P’aþînyanê serekwezîr bi vexwendina R’êcêp’ T’ayîp’ Erdog’anê sedrê T’irkîaê 20-ê meha h’ezîranê wê qesta T’irkîaê bike. Bi e’lamkirina «Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda Alên Sîmonyanê sedrê CM nav qisa t’ev r’ojne’mevana e’lamkir. “N. P’aþînyanê serekwezîr 20-ê meha h’ezîranê wê qesta T’irkîaê bike.
Hindava sedrê T’irkîaêda vexwendin bûye. Wexta serdanê t’emamîya gavê neh’îyê wê bêne e’ne’nekirinê”,- Sîmonyan da k’ivþê. Sedrnê CM vê serdanê ya t’arîxî h’esavdike. Sîmonyan isa jî gotîye, wekî r’îskê þer’ê îht’îmalî navbera Adrbêcanê û Ermenîstanêva girêdayî ê mînîmalin, û derge-dîwanê Ermenîstanê bi t’erefê wane t’omerî bêt’erefkirinê gavê bi e’melî dikin. Bi gilîyê sedrê CM- serdana serekwezîre li T’irkîaê hîvîdarîyê dîsa gaveke ij wane.







