
Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan bi Wezîra Derve ya Fînlandiyayê, Seroka niha ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê Elina Valtonen re bi rêya telefonê axivî.
Li gorî Wezareta Derve ya Ermenistanê, di navbera wan de mijarên hevkariya Ermenistan-OSCE hatin nîqaşkirin.
Ararat Mirzoyan û Elina Valtonen li ser mijarên herêmî nêrînên xwe parve kirin. Wezîr Mirzoyan nîqaşên dawî yên di pêvajoya çareseriyê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, tevî hewldanên ji bo îmzekirina peymanek aştiyê, pêşkêş kir.
Her wiha rojeva hevkariya dualî ya di navbera Ermenistan û Fînlandiyayê de û têkiliyên plankirî jî hatin nîqaşkirin, di nav de berdewamiya serdana Wezîrê Derve yê Ermenistanê ya Helsînkî di Mijdara 2024an de.







