
Ermenistan reformên mezin di hêzên çekdar de pêk tîne, her wiha çekên nûjen bi dest dixe, ku karê sereke parastina yekparçeyiya axa welêt, serwerî û demokrasiyê ye.
Li gorî “Armenpress”, ev yek ji hêla Armên Grîgoryan, Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Ermenistanê ve di panelek li konferansa APRI-2025-an de bi navê “Dîtina Aramiyê di Cîhanek Nearam de” de, ku li ser pêkhateyên misogerkirina ewlehiya Ermenistanê axivî, hate gotin.
Sekreterê Konseya Ewlekariyê tekez kir ku ev hemû bi eşkere nayên nîqaşkirin, lê di rastiyê de encamên van reforman jixwe xuya dibin.
Grîgoryan gotîe, “Ermenistan reformên mezin di hêzên çekdar de didomîne. Ermenistan çekên nûjen bi dest dixe, ku armanca wan a sereke parastina yekparçeyiya axa welêt, serwerî û demokrasiyê ye. Ev pêşîniyên me ne. Em pêvajoyên ku li herêmê diqewimin jî li ber çavan digirin û di vî warî de em şiyanan jî bi dest dixin.”







