
Arp’înê Sargsyana wezîra K’H Vasîlîs Maragosê serk’arê þanda YA-êye Avropîye Ermenîstanêda, sefîreyê sirêder û wek’îl qebûlkirîye. Sargsyana wezîr Maragosê sefîre silavkirîye- bi binxetkirina hevk’arîya döalîye meh’kem û k’ardar, k’îjan warê baþqe-baþqeda bênavbir’î berfiredive. Maragosê sefîre seva qebûlkirina dilovan r’azîbûn e’lamkirîye- bi careke din erêkirina alîk’arîya YA li wergöhastina. Wexta r’astihatinê xevata goveka pêvajoya azayîkirina vîzayê YA-da mîaserdivin, hatne e’ne’nekirinê- nav wê hejmarê meþa r’ik’inkirina wergöhastinê qanûndarîyê û pasportê bîomêtrîk. Isa jî serdana Sargsyana wezîre zûtirekêye li Bryûsêlê û ew pirsê r’ojevê hatne e’ne’nekirinê, k’îjan têne têr’adîtinê wexta serdanê e’ne’nekin. Alî isa jî paþda veger’yane ser berne’mê hevk’arîya warê polîsîayê û xizmetk’arîya xilazk’arîyêye meþêda û r’adestkirina alîk’arîya YA t’eze.







