All NewsTop

Jîlbêrt-Lûk Divînaz: Heger li Ermenistanê gef li demokrasiyê were xwarin ê, hemû cîa demokrasî xetereyê de ye

Jîlbêrt-Lûk Dvînaz, Serokê Koma Dostaniya Fransa-Ermenistanê ya Senatoya Fransayê, di 5emîn Konferansa Hevkariya Nenavendî ya Ermenistan-Fransê da gotîe, “Heger demokrasî li Ermenistanê di bin gefê de be, hemû demokrasî di bin gefê de ye.”

Jîlbêrt-Lûl Divînaz gotîr, “Ne tenê Ermenistan di xetereyê de ye, lê temamya rejîm jî di xetereyê de ye. Hemû demokrasî di xetereyê da ye ger li Ermenistanê di xetereyê de be. Peyama min ev e: tiştekî ji dest nedin, bi israr bin û ber bi pêş ve biçin.”

Konferansê da, Balyozê Fransayê yê li Ermenistanê Olîvîêr Dêkotîny diyar kir ku Ermenistan li Fransayê mijarek lihevkirinê ye.

Balyoz gotîe, “Li ser mijarên têkildarî Ermenistanê, hetta di qada siyasî de jî, di navbera Fransiyan de nerînên cuda nînin û her kes, ji ber motîvên mirovî, digihîje xalek hevpar, ji ber ku ev hem li Ermenistanê û hem jî li Fransayê alîkariya rayedarên herêmî dike.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button