
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo rojbûna 50 saliya Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan peyamek pîrozbahiyê şand îe.
Li gorî Armenpressê, peyam li ser malpera fermî ya Kremlinê hatiye weşandin.Di peyamê de wiha tê gotin: “Nîkolê Vovaê hêja, ji kerema xwe pîrozbahiyên min ên dilsoz ji bo rojbûna te ya 50 saliyê qebûl bike.
Rûsya û Ermenistan bi dîrokê ve bi têkiliyên dostaniyê ve girêdayî ne. Ez bawer im ku bi hewldanên hevbeş em dikarin pêşveçûna van têkiliyan di hemî aliyan de misoger bikin.
Bê guman ev yek bi berjewendiyên bingehîn ên gelên me re têkildar e û bi xurtkirina aramî, ewlehî û serfiraziyê li qada Avrasyayê re lihevhatî ye.
Ez ji te re tenduristî, bextewarî û serkeftinê di çalakiyên te yên dewletê de dixwazim.”







