
Hindava Adrbêcanêda xeverdana bi zimanê de’wê, pêþdak’iþandina þertê t’eze derheqa her t’enê tiþtekîda divêje, wekî, wa gotî, pêþert r’astîyê me’nîne seva qolnekirina t’emesûkekê t’ev Ermenîstanê. Derheqa vê yekêda nav qisa t’ev Nyûz.am-ê Bênîamîn Pog’osyan da k’ivþê.
“Niha idî sedrê Adrbêcanê safî hîvîdare, wekî h’erke h’etta Ermenîstan wa gotî dö pêþertê hindava xweda pêþdak’iþandî bive sêrî, yanî Destûra t’eze qebûlke, û isa jî bi pêþdanîna belakirina k’oma Mînskê xîtavîve, dêmek t’ö k’efîlek t’ine, wekî pey wê yekêr’a Adrbêcanê þertne’ma e’dlayê wê qolke. Bere’k’s, lap nêzîkî aqilaye, Adrbêcanê pêþertê t’eze pêþda bik’þîne. Ez vê gavê dö pêþerta divînim, k’îjana Adrbêcan dikare pêþda bik’þîne. Yek, wa gotî, e’frandina Adrbêcana r’oavayêye t’opraxa Ermenîsîtanêda. Ya döda sivdera Zangêzûrêye, k’îjan h’esavdive sivdera t’opraxê der, bi delîlî okûpasîya t’opraxeke Ermenîstanê û bir’îna p’evgirêdana isa jî Ermenîstan-Îran.







