
Qölixdarîya wezareta WAY-ye xwexweykirinêye ce’sûsîyê gotara “Qîmetkirina qezîyayê sala 2025-aye global”-da paþda veger’yaye ser t’esîra Ûr’isêtêye salê xilazîyêye neh’îya Qafqasîya Ce’nûbêda. Cöda gotî, e’meldê salixdayînêye hindava Ûr’isêtêdye nisbetî Ermenîsîtanê xevtandî k’ivþdive. “Eleqetê ûr’is-ermnî par bêt’erbûne, çimkî Ermenîstanê gef xweribûn ij T’ÞBT’ derk’eve, lê Ûr’isêtê seva bêr’ûmetkirina dêmokratîya ermenî û serk’arîya wêye diha mêlr’oava dabû xevatê”,- gotarêda tê gotigê. Bi p’ara Görcistanê k’ivþdive, wekî “bawerbike bêþik meremê Ûr’isêtê heye” welêt paþda veger’îne warê xweyî t’esîrê. Ij bijartinê þêwirxanêye meha çirîya pêþin qewimî virdatir h’ökömeta bi serk’arîya “Xiyala görca”, warek e’firandibû, k’îjan îznê dide Ûr’isêtê t’esîra xwe welêtda mezinke. Gotara Adrbêcanêva girêdayîda paþdaveger’andina ser t’ine. Isa jî k’ivþdive, wekî p’evgirêdanê Ûr’isêtêye Asîa Merk’ezîyêdaye t’arîxî, malhebûnîyê, sîasîyê, e’skerîyê û medenyetîye k’ûr hene, k’îjan îznê didine wê neh’îyêda t’esîra meh’kem, hilbet bi çapeke berç’e’v neberember xweyke.







