All NewsTop

Nîkol Paşînyan û Jan-Noêl Baron li ser pêşxistina hevkariya Ermenistan-Fransayê axivîne

Serokwezîr Nikol Paşinyan pêşwazî li şandeyeke bi serokatiya Wezîrê Ewropa û Karên Derve yê Fransayê Jan-Noêl Barn kirîe.

Serokwezîr serdana Wezîrê Derve yê Fransayê bo Ermenistanê bi xêrhatina xwe anî ziman û destnîşan kir ku têkiliyên di navbera herdu welatan de di astek bilind de ne. Li gorî Nîkol Paşînyan, ya herî girîng ew e ku hevkariya dualî di warên cûrbecûr de kûrtir û xurttir bibe. Li gorî Serokê Dewletê, ev yek di hevdîtina wî ya dawî ya bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re li Tîrana jî hatiye destnîşankirin.

Jan-Noêl Baron piştgiriya bêdawî ya Fransayê ji bo pêşkeftin û avakirina kapasîteyên Ermenistanê tekez kir. Wezîrê Derve yê Fransayê destnîşan kir ku welatê wî amade ye ku têkiliyên xwe bi Ermenistanê re, di nav de di warên siyasî û aborî de, bêtir kûr û berfireh bike. Di heman demê de, Jan-Noêl Baron pîrozbahî li Serokwezîrê Ermenistanê kir ji bo mazûvaniya Lûtkeya Civaka Siyasî ya Ewropî ya sala bê li Ermenistanê.

Di hevdîtinê de li ser mijarên têkildarî pêşxistina binesaziyê, kişandina veberhênanan û pêkanîna projeyên hevbeş ên nû nîqaş kirin e.

Wan li ser pêvajoyên herêmî, di nav de pêşketinên dawî yên peymana aştiyê ya Ermenistan-Azerbaycanê, nêrînên xwe parve kirin. Serokwezîr Paşînyan careke din tekez kir ku Hikûmeta Ermenistanê ji bo rojeva aştiyê pabend e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button