All NewsTop

Ermenistan û Slovakya li ser hevkariya leşkerî rêkeftin îmze kirin e

Di çarçoveya serdana fermî ya şandeya bi serokatiya Serokwezîrê Komara Slovakyayê Robêrt Fîzo bo Ermenistanê de, şandeyeke bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Aboriyê yê Slovakyayê Vladîmîr Şîmonyak di 26ê Gulanê de serdana Wezareta Parastinê ya Ermenistanê kir.

Li gorî “Armenpress”, Wezareta Parastinê ya Ermenistanê derbarê vê yekê de daxuyaniyek da.Vladîmîr Şîmonyak li kompleksa îdarî ya Wezareta Parastinê ji aliyê Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Ermenistanê Karên Brûtyan ve hate pêşwazîkirin. Piştî hevdîtina taybet a di navbera Vladîmîr Şîmonyak û Karên Brûtyan de, nîqaş bi formata berfirehtir berdewam kirin.

Di civînê de, mijarên têkildarî hevkariya Ermenistan-Slovakyayê di sektora parastinê de hatin nîqaşkirin û lihevkirin hatin kirin ê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button