
Piştî lûtkeyeke pir serketî li Tîranê, civaka siyasî ya Ewropî dê di Cotmehê de di sala 2025an de li Kopenhagenê dîsa bicive. Serokê Konseya Ewropayê, António Costa, li ser vê yekê li ser medyaya civakî nivîsand.
“Civaka siyasî ya Ewropî di asta rêberan de bûye platforma herî girîng ji bo diyaloga siyasî ya pan-Ewropî.”
Wî agahî da ku lûtkeya bilind wê di sala 2026an de ji aliyê Ermenistan û Îrlandayê, di sala 2027an de ji aliyê Swîsre û Yewnanistanê û di sala 2028an de jî ji aliyê Azerbaycan û Letonyayê ve were lidarxistin.
Divê bê zanîn ku Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan jî ev yek ragihand.







