
Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- t’ivdîrê r’ûniþtina h’ökömeta CE-da begemî stend. Dêmek, lazmaya îzinne’mê derdahatinê seva bajar’vanê Beh’rêynê, E’rebistana Saûdîyê û Omanê, lê isa jî ecnebîya, r’ewþa k’îjanaye mayînê t’opraxa WAY, welatê YA, welatê hevr’aqayîlne’ma þêngênîyê, ME’Y, Dewleta K’ûweyt’ê, P’adþatîya Beh’rêynê, dewleta Qat’arê, P’adþatîya E’rebistana Saûdîyê, Dewleta K’ûweyt’ê yan Sölt’anîya Omanêda heye, tê hilanînê. “Ev göhastin bi meremê malhebûnîyê îzbatdive. Aþkelaye, wekî bi vê göhastinê emê çawa serdana merivaye li welatê xwe, û hevsûbûna me t’ev bajar’vana sivikkin, isa jî emê mêlkirina r’ik’inkirina mezinkin”,- Ararat Mîrzoyanê wezîrê K’D got. Gêvorg Papoyanê wezîrê ÿkonomîkayê binxetkir, wekî bi t’ivdîrê ç’e’vnihêr’î zêdebûna r’ewanê misafirîyêye cehwerîne. Bi gilîyê wî- warê k’arbidest jî vê göhastinê silavdike. Wezîr göman e’lamkir, wekî pey vê qirarêr’a mecala zêdebûna fir’înê k’ese wê bê.







