
Gotûbêjên di navbera Erîvan û Bakûyê de berdewam dikin. Ev yek ji aliyê Serokê Parlamentoyê Alên Sîmonyan ev li Meclîsa Neteweyî ya Ermenistanê di civînekê de bi rojnamevanan ra gotîe.
Li gorî wî, di navbera aliyan de lihevkirinek heye da ku berdewamiya vê pêvajoyê misoger bibe.
Sîmonyan gotîe, “Ez vê yekê red nakim ku di demek nêzîk de nîqaş di formata serokên herdu welatan û her weha wezîrên karên derve de berdewam bikin.”
Li gorî Serokê Parlamentoyê, ev nûçeyek baş e, lê hîn rêkeftineke berbiçav tune ye.
“Pêvajoyên weha armanc dikin ku cih û roja îmzekirina peymana aştiyê were destnîşankirin.” Serokê Parlamentoya Ermenistanê tekez kir, “Aliyê Ermenistanê û gelek hevkarên navneteweyî bi xîret dixebitin da ku îmzekirina peymana aştiyê bikin rastî.”







