All NewsTop

Serokê Parlamentoya Ermenistanê gotegotên li ser vekişîna muhtemel a baregeha leşkerî ya 102-an a Rûsyayê ji axa welatê Ermenistanê da red kirîe

Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenistanê Alên Sîmonyan di 19ê Gulanê de li parlamentoyê bi rojnamevanan re axivî û gotegotên li ser nîqaşên berdewam ên li ser vekişîna baregeha leşkerî ya 102emîn a Rûsyayê ji welêt red kirîe.

“Tiştekî wisa tune.” Sîmonyan gotîe, “Ermenistan mijara vekişîna baregeha leşkerî ya Rûsyayê nîqaş nake.”

Li gorî wî, nîqaşkirina vê mijarê bi serê xwe bêwate ye.

“Meseleyeke wiha nayê nîqaşkirin û nikare were nîqaşkirin.” Serokê parlamentoyê zêde kir, “Bi rastî, ez nizanim kî van ramanên ‘zîrek’ belav dike.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button