
GB News behsa girtina neqanûnî ya Ruben Vardanyan û Ermeniyên din kir, û weşan bi sernavê “Hişyariya Xiristiyanekî: Li hember girtina “neqanûnî” ya bav û wêrankirina dêran wekî encama “paqijkirina etnîkî” bi nav kir, “tu kes ji me ne ewle ye.” Gotar li jêr bi hin kurtenivîsan hatiye wergerandin:
“Parêzerên mafên mirovan ji GB News re gotin ku di dema binçavkirina Ruben Vardanyan de destûr nehatiye dayîn ku Incîlê bikar bîne.”
Kurê xêrxwazekî Ermenî yê Xiristiyan ku li Azerbaycana cîran hatiye girtin, ragihand ku “tu kes ji me ne ewle ye”, û destnîşan kir ku bavê wî qurbanê “paqijkirina etnîkî” ye.
Yek ji dewlemendtirîn mirovên Ermenistanê, Ruben Vardanyan, bi 42 tohmetan hatiye tawanbarkirin. Kurê wî, David, ew wekî “darizandineke sexte” bi “hejmarek binpêkirinên prosedurî” wesifand.
Ruben bi damezrandina Xelata Mirovî ya Aurora bala navneteweyî kişand ser xwe. Kurê Ruben, David, ji GB News re got ku bavê wî niha bi neqanûnî li Azerbaycanê hatiye girtin.
Dawid rexne li medyaya navneteweyî digire ji ber ku “çav ji dozên mîna yên bavê wî digirin”. Ew dibêje: “Me di 27ê Îlona 2023an de ji medyaya civakî agahî ji girtina wî wergirt, ku ev gaveke pir hedefgirtî ya hikûmeta Azerbaycanê bû, nîşanî her Xiristiyanekî Ermenî da ku tu kes ji me ne ewle ye.”
Li gorî Dawid, tevî girtinê jî, bavê wî hîn jî “bi hêz” dimîne.
Parêzer Jared Genser ji Washingtonê ji GB News re got ku gihîştina Ruben bi Kitêba Pîroz re hatiye qedexekirin. “Ev yek li dijî teza ku ji hêla Azerbaycanê ve hatî pêşkêş kirin e ku ev nakokî ti eleqeya wê bi rastiya ku ew Xiristiyan in re tune ye, û ew li ser dagirkirina neqanûnî ya deveran e,” ew dibêje.







