All NewsTop

Makron piştgiriya xwe ya tevahî ji bo yekparçeyiya ax û serweriya Ermenistanê ragihandîe

Serokkomarê Fransayê Emmanûêl Makron diyar kir ku normalîzekirina têkiliyên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de ji bo îstîqrara li Başûrê Qefqasyayê girîng e, di heman demê de piştgiriya tevahî ji bo yekparçeyiya ax û serweriya Ermenistanê nîşan daye.

Serokkomarê Fransayê piştî hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Ermenistanê re di posteke li ser mîkrobloga xwe X de behsa vê yekê kirîe.

Emmanûêl Makron nivîsî e: “Di çarçoveya Civîna Bilind a Civaka Siyasî ya Ewropî de, digel Serokwezîr Nîkol Paşînyan li Albanyayê, min piştgiriya xwe ji bo îmzekirina peymana aştiyê bi Azerbaycanê re di demek herî kurt de ji nû va piştrast kirîe.”

Serokkomarê Fransayê tekez kir ku normalîzekirina têkiliyên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de ji bo îstîqrara herêmê pir girîng e.

“Piştgiriyeke tam ji bo Ermenistanê, yekparçeyiya ax û serweriya wê.”

Di civîna me de, me li ser mijareke din a pir girîng jî nîqaş kir. Emmanûêl Makron di posta xwe de got îe, “Em ji bo amadekariyên Konferansa Neteweyên Yekbûyî ku dê di meha Hezîranê da were lidarxistin, û her weha Konferansa Alîgirên Cûrbecûrîya Biyolojîk, COP17, ku Ermenistan plan dike ku di sala 2026an de mazûvaniya wê bike, hevkariyek nêzîk dikin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button