
Leca “Avrodîtina zar’a”-ye k’ilama sala 2025-a wê veger’e li Görcistanê. Seva mêvanqebûlkirinê T’ilbîs hatîye bijartine. Lecê 13-ê meha k’anûna pêþin- r’oja þemîyê, biqewime. Leca sala 2024-a Madrîdêda qewimîda Andrêy Pûtkarazêyê wek’îlê Görcistanê alt’kiribû- bi t’emsîlkirina k’ilama “T’o May Mom”. Malp’er’a avrodîtinêye r’esmî e’lamdike- sala 2017-a pey mêvanqebûlkirina wêye serfinyazr’a ev welatê cara döda vê lecê qebûlke. Görcistan nav t’arîxa Avrodîtina zar’a welatekî lap serfinyaze. Ij dêbyûta sala 2007-a virdatir ew çar cara alt’indar hatîye naskirinê.







