
Di nav welatên Qefqasya Başûr de, taksiyên herî erzan li Ermenistanê hene. Ev yek ji hêla rêzbendiya mezintirîn databasa kalîteya jiyanê ya cîhanê Numbeo ve tê îspat kirin.
Li gorî çavkaniyê, buhayê navînî yê rêwîtiyek taksiyê ya 1 kîlometreyî li Ermenistanê 0,31 dolar e.
Li Gurcistan û Tirkiyeyê ev nîşane 0,73, li Azerbaycanê – 0,59, li Rûsyayê – 0,42, û li Îranê – 0,3 dolarê Amerîkî ye.
Li gorî nirxandinê, taksî herî biha li Swîsreyê ye ($4.68 serê kîlometreyê), û ya herî erzan jî li Kirgizistanê ye ($0.23).







