PoliticsTop

Ij R’ewanê me e’rza endamtîkirina li YA hila hê nestendîye, çaxê em bistînin, emê e’ne’nekin: Marta Kos

        Nav pirsqisa degme, k’îjan daye “Azayê”,  Marta Kosa qasida bi pirsê berfirekirina t’ifaqê gotîye, bi safînekirina- delîva stendina e’rzêda Bryûsêlê begemîyê bide, yanî na, dîwannasa avropîye derecebilind her t’enê binxetkirîye- ew xwestina R’ewanêda sewtbûnê dide k’ivþê, k’a mala avropî îro çiqasî ya timalêmayînêye. “Ew, çi kö îro þêwirxana Ermenîstanêda bû, dide k’ivþê, wekî h’eyrmayîna YA niha diha bilinde, ne kö berê. Bona her welatekî seva xîtavbûna endamtîya li YA dö þert hene- ew gere dewletve û Avropayêdave. Me ij Ermenîstanê e’rze hila hê nestendîye, çaxê em bistînin, emê e’ne’nekin, lê, çawa min got,  eva dide k’ivþê, wekî em seva welatê p’ir’hejmar balk’êþin”,- Marta Kosê daye k’ivþê. Meha derbazbûyî þêwirxana Ermenîstanê t’ivdîra qhanûnêye derheqa destpêbûna pêvajoya endamtîya li YA-da qebûlkir. Pêr’a ijî R’ewana r’esmî e’lamdike- r’aste, t’ivdîra qanûnê hink’ûfî berne’ma k’ûrkirina eleqetê t’ev YA-ye û sîasîya Ermenîstanêye balanskirina derekeye bijartîye, lê ew e’rza endamtîya li YA nîne. “Seva t’emsîlkirina wê e’rzê Ermenîstan cêrge qeydemeþa gere derbazve, çaxê bive, emê t’emaþekin”,- Marta Kosê gotîye “Azayê”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button