
Di nav platformên dîjîtal ên tirkî de, GZT.com bi Profesor, Dr. Çagla Gyûl Yêsêvî, Seroka Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Çandê ya Stanbolê re hevpeyvînek pêşkêş kirîe û tê de pêvajoya çareseriyê ya Ermenî-Tirk û Ermenî-Azerbaycanê analîz kirîe.
Li gorî profesor, di van salên dawî de, di siyaseta Ermenîstanê de hem di warê retorîk û hem jî di warê îdeolojî de guhertin têne dîtin ê. Hêza wan a sereke ew rastiyên ku piştî şerê 44 rojî ya sala 2020-an hatin afirandinê, piştî ku Ermenîstan dest bi avakirina polîtîkaya nû ya çareseriya herêmî kirîe.
Profesor destnîşan dike ku “Ji Hezîrana 2021’an û vir va Ermenîstanê bi awayekî fermî bi Tirkiyeyê re bêyî şert û merc pêvajoya diyalogê daye destpêkirin. Niha di navbera Rûben Rûbînyan û Serdar Kiliç de li ser asta nûnerên taybet danûstandinên dualî tên kirin ê. Firînên hewayî hatine restorekirin, ragihandina hesinî di tamîrê de ye, tenê valahî ew e ku sînorên bejayî hîn girtî ne.”
Yêsêvî tekez dike ku di 15ê Adarê de Paşînyan bi rojnamevanên Tirkiyê re hevdîtinek gelek girîng pêk anî. Ew civîn bi qîmet bû, ji ber ku di wê de Ermenîstanê helwestên xwe pêşkêş kirîe. Înîsiyatîfa “Xaçerêyên Aşitiyê” hat pêşkêşkirin û Ermenîstanê careke din bal kişand ser girîngiya rêzgirtina yekparçeyiya xak û serweriya xwe.
Profesor diyar dike ku Ermenistan niha hewl dide ku têkiliyên xwe yên bi Yekîtiya Ewropayê re kûr bike û di heman demê de tevlêbûna xwe ya di Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf da û Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê da bicemidîne. Ew rê nade ku berteka Rûsyayê negatîf be, li gorî pêşhatên Ûkrayna û Gurcistanê.
Li gorî axaftvan, Ermenîstan dixwaze li herêmê sînorên vekirî, aktîvkirina aborî, îstiqrar û ewlekariya herêmê hebe.







