All NewsTop

Azerbeycanê piştî ku Artsaxê ji nifûsa xwe vala kir, li dijî mîrata çandî ya Ermenîstanê “şer îlan kirîe”. Weqfa “Gêghard”

Daxuyaniya Weqfa Geghard bi minasebeta Roja Cîhanî ya Bîrdarî û Şûnwaran:

“Bi destpêşxeriya Encumena Navdewletî ji bo Parastina Bername û Şûnwaran, ji sala 1982an ve, 18ê Nîsanê wek Roja Cîhanî ya Bîrdarî û Şûnwaran tê pîrozkirin.”

Pirsa îsal bi tevahî çarenûsa mîrata olî û çandî ya Ermeniyan li Artsaxê îfade dike. Azerbaycanê piştî dagirkirina Artsaxê û valakirina wê, li dijî mîrata çandî ya ermeniyan “şer” îlan kir, beşek ji wê Albanî îlan kir û beşeke din jî bi temamî wêran kirîe. Ev siyaseta Azerbaycanê di cewherê xwe de bi plan û sîstematîk e.

Weqfa Gêghard, tekezî li ser çalakiyên Encumena Navdewletî ji bo parastina bîr û şûnwaran dike, û daxwaza berdewamiyê di vê pisê da dike, û tekezî li ser pêwîstiya şandina çavdêran bo Artsaxê, û hevkarîkirina bi pêkhateyên din re ji bo rizgarkirina mîrata çandî ya zengîn a li nav axa  Ermeniyan ji wêranbûnê dike.

Ji bilî wêrankirina bîrdariyên ermeniyan, Azerbaycan bi her awayî û ne mimkun, bi bikaranîna Roja Cîhanî ya Bîrdarî û Şûnwaran, tohmetên bêbingeh li Ermenistanê dike.

Weqf vandalîzma çandî û sextekirina dîrokê ji aliyê rayedarên Azerbaycanê ve şermezar dike.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button