
Malxas E’moyan mêdalbirê lîstikê olîmpîyêyî t’ûnc, çêmpîonê pêþvantîya Avropayêyî çarbare , mêdalbirê pêþvantîya dinîaêyî zêr’în çêmpîonta pêþvantîya avropayê ij ê hêsa h’esavnake. “Ij h’erçar þer’vanîyê mine derbiazkirî minê nîvxitimkirin û xitimkirin seva xwe baþqekirana, çimkî ew çetin li min hatne dayînê. H’esînê min ê þirovenekirinêne û ez ze’f dilþame, wekî min karibû ez cara çara bênavbir’î çêmpîonê Avropayê bême e’lamkirinê. Seva min r’êzelec bere-bere çetindivin, çimkî gihîþtina li alt’indarîyê diha çetindive. Himberî avlt’indarîya pêþin, k’îjan hêsa lihevhat, niha h’emû tiþt diha çetine”,- oda “Arpmênprês”-êye çapgrîyêda wexta r’asthatina t’ev r’ojne’mevana Malxas E’moyan got. Bi xeverdana derheqa berbir’îbûna xazma qedirgirtinêye nisbetî sportsmênê pey xilazbûna þer’vanîya xitimkirinêr’a derdayîda- ê gölaþgir got: “Qedir berva ê pêþber t’imê gere heve.
Em ser xalîça lecê dik’evne lecê, lê ij wê der eleqetê meye hevaltîyê hene. Motîvasîya min bawerîya berva Xwedêye. Bawerî nisbetî min, nisbetî xevata mine kirî. Niha her t’enê seva mêdala zêr’ t’ev r’êzelecê divim”.







