
Di çarçoveya Konferansa Dîplomasî ya Antalyayê de Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan bi Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Jêyhûn Bayramov û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anî. Ararat Mîrzoyan di hevpeyvîna xwe ya bi Sîvîlnêtê ra behsa peywendiyên xwe yên li gel hevtayên xwe yên Tirkiye û Azerbaycanê kirîe.
Piştî lihevkirina li ser metna peymana aştiyê ev cara yekem bû ku wezîrên karên derve yên Ermenîstan û Azerbaycanê li hev dicivin. Mîrzoyan destnîşan kir ku îmzekirin, erêkirin û ketina meriyetê ya peymana aştî û têkiliyan wê tenê destpêka asayîkirina giştî û avakirina têkiliyan be.
Wezîrê Derve piştî hevdîtina ligel hevtayê xwe yê Azerbaycanê diyar kir ku di van her du mijaran de ti pêşketin çênebûye û Azerbaycan jî amade ne rêkeftinê îmze bike. Li gorî Mîrzoyan, aliyê Ermenistanê ji bo vekirina rêyên ragihandinê pêşniyareke konkrêt pêşkêşî Azerbaycanê kiriye, ku bi gotina wezîr ev yek hem li gorî ramanên Ermenistanê ye û hem jî fikarên Azerbaycanê radike.
Li gor Mîrzoyan, ji wan re diyar e ku rêya herî kurt a trênê di navbera Azerbaycan û Naxîçewanê de dikare bibe rêya trênê ya ku di başûrê Ermenîstanê re, di ser Mexrî re derbas dibe, û riya trênê ya ku deverên cûda yên Ermenistanê di nav axa Naxîçewanê re girêdide. Li gorî Mîrzoyan, dibe ku li vir hin prosedurên derbasbûna sînor ên hêsan û asankirî hebin.
Mîrzoyan li ser peywendiyên Ermenistan-Tirkiyê jî bal kişand ser wê yekê ku ji bo hevkariya Ermenistan-Tirkiyê hêviyên zêdetir hene.
Li gorî wî, Ermenistan û Tirkiye ne tenê ji bo avakirina têkiliyên hindiktirîn, lê di heman demê de ji bo pêşxistina bazirganiya navdewletî ya pir girîng, derfetên transît û pêkanîna projeyên hevpar ên enerjiyê jî firsendê dibînin.
Mijara asayîkirina peywendiyên Ermenistan û Azerbaycanê di têkiliyên bi Tirkiyê re tê gotûbêjkirin? Rojnamevan ji Mizoyan pirsî ka Enqere çawa li çareseriya wê pirsê dinêre. Mîrzoyan got ku pêvajoya normalîzekirina Ermenistan-Azerbaycanê, ger ne rojeva dualî be, lê axaftin û pêwendiyan beşeke ji hevdîtina Ermenistan-Tirkiyeyê.







