All NewsTop

Li ser irêên girêdayî kûrkirina hevkariya Ermenistan û Yekîtiya Ewropayê gotûbêj kirine

Navenda Çapemeniyê ya NA ragihand, di 14’ê Nîsanê de Alîkarê Serokê Meclîsa Neteweyî Rûbên Rûbînyan, Hevserokê Meclîsa Parlamenteran a Euronest Sêrgêy Lagodînsk qebûl kirîe.

Mijarên girêdayî kûrkirina hevkariya Ermenistan û Yekîtiya Ewropayê hatin gotûbêjkirinê. Rûbên Rûbînyan li ser girîngiya pêvajoya serbestkirina vîzeya Yekîtiya Ewropayê ji bo welatiyên Ermenistanê axivîe.

Aliyan tekezî li ser pêkanîna aştiyeke mayînde li herêmê kirin. Di hevdîtinê de behsa pêvajoya asayîkirina têkiliyên Ermenistan û Tirkiyeyê hat kirin.

Seroka Delegasyona Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê ya li Meclîsa Parlamenteran a Eûronêstê Marîya Karapêtyan beşdarî civînê bûye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button