All NewsTop

Ermenistan ji Azerbaycanê re pêşniyar dike ku di heman demê de peymana aştiyê û serlêdana hilweşandina pêkhateyên Koma Mînskê îmze bike

Ermenistan bi fermî ji Azerbaycanê re pêşniyar dike ku di heman demê de peymana aştiyê û serlêdana hevpar a ji bo OSCE ji bo hilweşandina pêkhateyên Koma Mînskê îmze bike.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di dema gotûbêjkirina raporta pêşkeftin û encamên pêkanîna bernameya hikûmetê ya sala 2024an li Meclisa Neteweyî ev tişt got.

Serokwezîr diyar kir ku di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de pêşnûmeya peymana aştiyê û avakirina peywendiyên navbera dewletan hat lihevkirin û li ser pêşnûmeya peymanê muzakere hatin temamkirin. Serokwezîr got: “Ev tê wê wateyê ku em ketine qonaxa niqaşên li ser îmzekirina peymanê. Û min ragihand ku ez amade me li ser navê gelê Ermenistanê îmzeya xwe deynim peymanê.”

Wî da zanîn ku Azerbaycan bi fermî îmzekirina rêkeftinê bi du mijaran ve girê dide. Ya yekem ji wan hilweşandina pêkhateyên Koma Mînskê ya OSCE ye.

Di çarçoveya îmzekirina peymana aştiyê de şertê din ê ku Azerbaycanê daye pêş, ew îdiaya derew e ku di Destûra Bingehîn a Komara Ermenîstanê de li dijî Azerbeycanê daxwazên erdnîgarî hene û divê bê guhertin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button