
Çavkaniyên dîplomatîk ên “Azatutyun”ê radigihînine, wezîrên dervea yên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) piştî civîna xwe ya li Lûksembûrgê li ser pêwendiyên Ermenistan û Azerbaycanê gotûbêj kirine.
Yek ji pirsên sereke yên gotûbêjê, pêşniyara terxankirina 10 milyon euroyî ji bo Ermenistanê ji Fona Aştiyê ya Yekîtiya Ewropayê bûye, ku meha borî ji aliyê Nûnera Bilind a Karûbarên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê Kaya Kallas ve pêşkêşî Konseya Yekîtiya Ewropayê hatibû kirinê. Çavkaniyên “Azatutyun”ê ragihandine, Macaristana ku bi têkiliyên xwe yên nêzîk bi Serokomarê Azerbaycanê re tê naskirinê, ev heftiya şeşemîn e ku mafê xwe yê vetoyê ji bo astengkirina biryarê bi kar tîne.
Bûdapêştê sala par jî bi heman awayî tevdigeriya, dema ku Yekitiya Ewropayê cara ewil li ser mijara dayîna 10 milyon euroyê ji Fona Aştiyê ya Ermenistanê dest pê kirîe. Wê demê Bûdapêştê daxwaz kir ku Azerbaycan jî di bernameyê de cih bigire. Lêbelê piştî çend hefteyan danûstandinên girtî, dîplomatên Ewropî karîbûn berxwedana Bûdapêştê bi ser bixin.
Çavkaniyên“Azatutyun”ê ragihandin: “Piştî danûstandinên hîn ti pêşketin çênebûye.







