All NewsTop

Azerbaycan destdirêjiyên li ser serweriya Ermenîstanê wekî “navgînek girîng a avakirina baweriyê” dibîne

Nûnerê Taybet ê Serokomarê Azerbaycanê Elçîn Amîrbêkov di panela ku di çarçoveya Konferansa Dîplomasî ya Antalyayê de hat lidarxistin de axivî û got: “Korîdora Zangezûrê dikare wekî navgîneke girîng a avakirina baweriyê li herêma Kafkasya Başûr were dîtin.” Wî da zanîn ku “ev korîdor yek ji hêmanên pêvajoya berdewam ya asayîkirina peywendiyên di navbera Bakûya fermî û Êrîvanê de ye,” medyaya Azerbaycanê ragihand.

Ji ber vê yekê, Bakûyê careke din xwesteka xwe ya destdirêjî li serweriya Ermenîstanê nîşan da, ji ber ku behsa xwesteka bidestxistina korîdoreke derveyî erdnîgariya Ermenistanê dike, ku Êrîvanê fermî li dijî wê ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button