All NewsTop

Wezîrê Aboriyê yê Ermenîstanê Gêvorg Papoyan li Ebû Dabî beşdarî “Konferansa Veberhênanê ya Salane” hazir bûye

Di çarçoveya çalakiyê de wezîr bi Wezîrê Aboriyê yê Îmaratê Abdûllah bîn Toûk El-Marrî re hevdîtin kir. Wezareta Aborî ya Ermenîstanê radigihîne.

Pêşxistina peywendiyên aborî yên navbera Ermenîstan û Îmaratê, zêdekirina qebareya bazirganiyê û derfetên hevkariyê di navbera civakên karsazên her du welatan de hatin gotûbêjkirin.

Gêvorg Papoyan hevkariya nêzîk bi Îmarat re di warê aborî de, bi taybetî di salên dawî de, bilind nirxand, ku di encamê de Îmarat niha di lîsteya welatên herî mezin ên Ermenîstanê yên hinardekar û îtxalkar de cih digire.

Di heman demê de wezîr tekez li ser wê yekê kir ku pêwîstiyên zêdetir bo berfirehkirina hevkariyên di warê aborî de hene.

“Em Îmaratê ji bo kûrkirina hevkariya bazirganî, aborî û veberhênanê ya di navbera Ermenistan û welatên Kendavê de wek şirîkê sereke dibînin.” Gevorg Papoyan got, “Îro em amade ne ku qadên nû yên hevkariyê bikolin û projeyên ku ji bo her du welatan sûdmend bin.”

Wezîr faktorên ku dibe sedema balkêşiya aborî ya Ermenîstanê, bernameyên ku ji aliyê hikûmeta Ermenistanê ve hatine destpêkirin û derfetên veberhênanê pêşkêşî hevpeyivîn kirin.

Ji hev cuda bal hat kişandin ser îmkanên hevkariyê yên di warên tûrîzm, enerjiya tê nûkirin û enerjiya kesk de.

Her wiha Gevorg Papoyan projeya “Xaçerêyên Aştiyê” pêşkêş kir, ku dikare bibe hêmaneke girîng a hevkariya aborî ya berfireh.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button