
Di çarçoveya 150. Meclisa Yekitiya Parlementeran a ku li Taşkentê tê lidarxistin de Alîkarê Serokê Meclisa Neteweyî ya Ermenîstanê Hakob Arşakyan li Taşkentê bi Serokê Heyeta Japonî Sekî Yoşîhîro re hatine cem hev.
Wekî ku Armenpress ji daxuyaniya Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê fêhm dike Hakob Arşakyan destnîşan kir ku Japonya yek ji hevkarên girîng ên Ermenîstanê ye û Ermenîstan jî ji bo kûrkirina hevkariyên pirpolan eleqedar e û di vê çarçoveyê de pêşxistina peywendiyên di navbera meclîsan de jî difikire.
Cîgirê Serokê Meclisa Neteweyî bi kêfxweşî diyar kir ku navenda “Tumo” ya Teknolojiyên Afirînerî dê bi fermî li Japonyayê di 1ê Hezîranê de were vekirin û pê bawer e ku ew ê xizmeta perwerdekirina bi hezaran ciwanên Japonî bike û di warê perwerdehiyê de nefeseke nû bide hevkariya her du welatan.
Sekî Yoşîhîro bal kişand ser girîngiya pêkanîna aştiyê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de û diyar kir ku ew amade ne ku ji bo ermeniyên ku ji Qerebaxa Çiya koçber bûne alîkariyê bikin.
Hakob Arşakyan li ser mijarên herêmî û peywendiyên Ermenistan û Azerbaycanê hûrgilî pêşkêş kir û di dawiya hevdîtinê de hevtayê xwe vexwend Ermenistanê.







