
Wezareta Derve ya Ermenistanê ragihand, roja 4ê Nîsanê, li balyozxaneya Ermenistanê li Komara Çek, Sekreterê Giştî yê Wezareta Derve David Karapetyan ku bi serdaneke kar li Komara Çekê ye, bi pisporên zanistên siyasî û navendên din ên lêkolîn û analîtîk ên Komara Çek re hevdîtinek pêk anî.
Sekreterê Giştî bi beşdarên civînê re li ser hewldanên Ermenîstanê yên ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li herêmê gotûbêj kir û “Projeya Xaçerêya Aştiyê” ya ku ji aliyê hikûmeta Ermenistanê ve hatiye amadekirin, pêşkêşî wan kir.







