PoliticsTop

Þer’k’arîya Ermenîstanê seva axê û xwexwetîyê Qafqasîayêda: Doçê vêlêyê fîlma xweda  t’arîxa Ermenîstanê û miqabilîhevbûna QÇ’ t’emsîlkirîye

Doçê vêlêyê fîlma bi sernivîsara “Þer’k’arîya Ermenîstanê seva axê û xwexwetîyê Qafqasîyayêyda” belakirîye, k’îjanêda paþdaveger’andina ser t’arîxa Ermenîstanê û miqabilîhevbûna QÇ’ bûye.

         Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê-  fîlma  delîlnivîsarêda fikrê  hine xebîra û  qölixçîyaye derheqa t’êmayêda t’emsîlbûne.

         Mêhdî Sobhanîyê sefîreyê Îranêyî Ermenîstanêda, Olîvîê Dikotînyîyê sefîreyê Fransîaêyî Ermenîstanêda, Natalî Lkûazoya dêpûtata þêwirxana Avropayê, Jak Forê dewsgirtîyê sedrê k’oma T’BHA-yî berê, Rabbî Avîdan Frîdman, R’îçard Gîrakosyanê serwêrê merk’eza lêk’oînkirinê neh’îyê, Klêr Mûradyannê t’arîxnas, Tîgran Êg’avyanê r’ojne’mevan û Kays Mînasyanê sîasînas t’ev fîlma delîlnivîsarêda bûne.

         “Ermenîstan, t’opraxa ç’îyayî- dilê Qafqasîayêda. Ermenîstan dinîaêda welatê pêþine, wekî sala  hejmara meye 301-ê xaçp’arêzî qebûlkirîye çawa dînê r’esîmî”,- e’frandar fîlmê bi van xeta destpêdike.

         Ew isa jî derheqa miqabilîhevbûna QÇ’-da gilîdike, derheqa wê yekêda, k’a p’arwelat çawa t’eþkîla Adrbêcanêda dîharbûye.                          E’frandarê fîlmê daye k’ivþê: “Ermenîstanê þer’a daye der, û e’dlaya t’ev Adrbêcanê nayê xanê, dêmek gere xwexweykirina xwe lêbinihêr’e. Ûr’isa xayîntî li wan kirîye. Amêrîka gömanê dide ser T’irkîayê, lê Avropa gaza Bek’ûyê dide xevatê”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button