
Serokomarê Almanyayê Frank-Waltêr Ştaînmêr biryara parlamentoya Ermenistanê ya ji bo destpêkirina proseya endamtiya Yekîtiya Ewropayê gaveke rind dibîne û tekez dike ku Bêrlîn rêzê li biryara Êrîvanê digire.
Serokomarê Almanyayê ev daxuyanî di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi Serokomarê Ermenîstanê Vahagn Xaçatûryan re da û li ser kûrkirina têkiliyên Ermenistan û Yekîtiya Ewropayê û herwiha perspektîv û gavên pêştir ên diyaloga Erîvanê ya bi Brukselê re axivî.
Ştaînmêr, bal kişand ser piştgiriya Almanyayê ya di vê pirsê da, diyar kir ku Ermenistan û YEyê ji bo îmzekirina rojeva rojeva nû muzakereyê dikin û her wiha bi bîr xist ku Nûnera Bilind a Polîtîkayên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê Kaîa Kalas dê di demeke nêz de bê Ermenistanê û li ser van pirsa muzakereyan bike.
Serokomarê Almanyayê diyar kir ku ger têkiliyên Ermenistan û YEyê bi şik û gumanan neyên nêzîk kirin û geşedana wan dê bibe alîkar ku aboriya Ermenistanê baş bive.







