All NewsTop

Ermenistan di îmzekirina peymana aştiyê ya bi Azerbaycanê re avaker nîşan dide. Serokê Almanya

Serokomarê AlmanyayêFrank-Waltêr Ştaînmaêr diyar kir ku Ermenîstanê di van hefteyên dawî de di pêvajoya aştiyê ya li gel Azerbaycanê de helwesteke gelek avaker nîşan daye û niha tiştek li pêşiya îmzekirina peymana aştiyê ya lihevkirî di navbera her du welatan de nîne.

Serokkomarê Elmanya Frank-Waltêr Ştaînmaêr di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi Serokkomarê Ermenîstanê Vahagn Khaçaturyan re daxuyanî da.

Serokomarê Almanyayê amaje bi rêkeftina li ser xalên peymana aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de û pêngavên Yêrêvanê ku di wî warî de avêtine, diyar kir ku di gotûbêja ligel Serokomarê Ermenistanê Vahagn Xaçaturyan de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku bi salane cîhan gelek ziyan dîtiye ji nakokiyan, ku birêvebirina wan bi bandor her ku diçe dijwartir dibe.

Li gor Serokomarê Almanyayê girîng e ku Ermenistan û Azerbaycan gavên dawî ji bo çareserkirina kêşeyan bavêjin ku armanca wan pêkanîna aştiyê ye.

Li gorî Serokomarê Almanyayê, gelên ku li Başûrê Kafkasyayê dijîn li bendê ne ku şer û pevçûnên demdirêj bi dawî bibin û ev jî dê bibe sedema pêşketina aborî.

“Ji bo Ermenîstanê ne hêsan bû ku dawî li pevçûnan bîne û bigihêje encamê.” Frank-Waltêr Ştaînmaêr got, “Gelek welat dikarin ji vê pêvajoyê mînak bigirin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button