
Di 28ê Adarê de Balyozê Awarte û Temsîlkar ê Rûsyayê li Ermenîstanê Sergey Kopyrkin serdana herêma Aragatsotnê kiribû.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, ev yek ji aliyê servîsa çapemeniyê ya balyozxaneya Rûsyayê ya li Ermenistanê ve hat ragihandin.
Di hevdîtina Balyozê Rûsyayê û Waliyê Aragatsotnê Sergey Movsîsyan de bal hat kişandin ser girîngiya pêşxistina peywendiyên navbera Rûsya û Ermenistanê û hevkariya di warên çandî, însanî û geştiyariyê de.
Li gorî agahiyan, di wê geştê de serokê nûneratiya Rûsya ya dîplomatîk her wiha serdana cihê avakirina navenda hilberandina daneyan a şîrketa VS DATA ku bi beşdariya sermayeya Rûsyayê projeya pilot di warê teknolojiyên bilind de ye, kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li Kolana Aştarakê “Li Dibistana Seretayî ya Hejmar 2 ya Şahazîzê, Kopyrkin bi bernameya konserê ya ku kokên kûr ên hevpariya çandên rûs û ermenî nîşan dide, hat pêşkêşkirin.”







