
Serokomarê Almanyayê Frank-Waltêr Ştaînmaêr piştrast dike ku Ewropa û Almanya ji bo aramiya li herêma Kafkasya Başûr eleqedar in.
Serokkomar ev tişta li Êrîvanê li gel hevtayê xwe yê Ermenistanê Vahagn Xaçatûryan di civîneke çapemeniyê de got.
Di hevdîtinê de serokên her du welatan di nav mijarên din de behsa danûstandinên aştiyê yên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de jî kirin.
Pêşketinên ku hatine kirin, lihevkirina li ser teksta peymana aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de gelek bi bandor nirxand û pîrozbahî li aliyan kir.
Bi gotina serokomarê Almanyayê, rêkeftina aştiyê dikare rê li ber aştiya demdirêj li navçeyê veke. Her wiha da zanîn ku hîn alî negihiştine xala dawîn, peyman îmze nekirine û erê nekirine.
Li ser peywendiyên dualî yên Ermenistan û Almanyayê jî diyar kir ku ew ji pêşketina têkiliyên dualî yên salên borî bandor bûne. Serokomarê Almanyayê behsa serdan û danûstandinên asayî yên hevbeş kir. Steinmeier di berdewamiya axaftinên xwe de behsa hevkariyên her du welatan di warên curbicur de jî kir.
Wî da zanîn ku YE ji bo Ermenîstanê yek ji hevkarên bazirganî yên herî girîng e û Almanya dixwaze vê hevkariyê bidomîne.
Serokomarê Almanyayê tekez kir ku ew hêvî dikin ku Ermenistan di vê rêyê de biserkeve. Her wiha bal kişand ser xebatên ku ji aliyê aliyên ewropî û almanî ve tên kirin û bal kişand ser xebatên ji bo avakirina şandeyeke çavdêriyê ya Yekîtiya Ewropayê ji bo ewlekirina sînorên Ermenistanê.







