
Serokê Meclisa Neteweyî Alên Sîmonyan bal kişand ser agahiyên li ser sivikbûna têkiliyên Ermenistan û Rûsyayê. Sîmonyan anî ziman ku pirsgirêkek heye, pirsên ku hatine kirin hene û dê berdewam bikin.
Sîmonyan li ser pirsa Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf jî diyar kir ku gere Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîv xwe binirxîne û fêm bike ku ew heye yan na. “Eger hebe, wê demê gere ew fêm bike ka çi nekir, gere çi bikira, û çi tomar dike,” wî got.
Li ser pirsa rojnamevanan ku ew agahiyên ku di çapemeniyê de belav dibin rast in an na, ku Serokwezîr Nîkol Paşînyan telîmata aktîfkirina têkiliyên Ermenistan û Rûsyayê daye yan na, Serokê NA bi kurtî bersiv da û got: “Agahiyên li gorî rastiyê ne.”







